DESTNIVÎSÊN MEWLÛDA MELAYÊ BATEYÎ DI ARSÎVA A. JABA DE: NASANDIN Û ANALÎZ |
Author : Abdurrahman ADAK |
Abstract | Full Text |
Abstract :Mewlûda Melayê Bateyî berhemeke girîng a edebiyata Kurdî ya klasîk e. Her çiqas ji aliyê gelek dîsîplînên zanistên sosyal ve li ser Mewlûdê xebat dikarin bên kirin jî berî her tistî, ji aliyê dîsîplîna destnivîsariyê ve divê xebat bên kirin û li ser esasê nusxeyên destnivîs divê metneke durist û zanistî bê amadekirin. Nasandina nusxeyên destnivîs û analîza wan (nirxê nusxeyê, secereya nusxeyan) di pêvajoya amadekirina metna zanistî ya berhemê de du karên pêsî ne ku divê bên kirin. Di arsîva A. Jaba de sê nusxeyên Mewlûda Bateyî hene ku yek ji wan di nav hemû nusxeyên ku tên zanîn de ya herî kevin e. Heta niha yazdeh nusxeyên Mewlûdê yên ku di qonaxa berî Serê Cîhanê yê Yekem de hatine istînsaxkirin, tên zanîn ku sê heb ji van di arsîva A. Jaba de tên parastin. Di vê gotarê de ji aliyekî ve bi hûrgilî ev her sê nusxe hatine nasandin û analîza wan hatiye kirin, ji aliyekî ve jî rola arsîva Jaba di parastina van nusxeyan de li ber çavan hatiye raxistin. |
|
HETEROGLOSSÎA DI ROMANA SATURN A REMEZAN ALAN DE |
Author : Ümran ALTINKILIÇ |
Abstract | Full Text |
Abstract :Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji zanyarên giring ên sedsala XXem e ku di gelek biyavên wek felsefe, fenomenolojî, dîroka çandê, antropolojî û zanista edebiyatê de xebat kiriye û bi piranî ji ber xebatên xwe yên derbarê teoriya romanê de navdar bûye. Teoriya wî ya romanê di çarçoveya çemkên pirdengî, kronotop, karnaval û heteroglossîa de tese girtiye ku her yek ji van di vî warî de bûye cihê gelek lêkolînan û îlhama gelek xebatan. Ji van çemkan a ku ev meqale li ser hatiye avakirin, heteroglossîa ye. Heteroglossîa, amaje bi ziman, sêwezar, axaftin û gotarên civakî yên curbicur ên li civakê heyî û ketina wan di romanê de dike. Bi rêya vê çemkê hat nîsandan bê ka çawa sêwezarên curbicur ên civakî, ziman û sêwazên janrên edebî, jargona kom û pîseyan di romana Remezan Alan, Saturnê de hatine nimandin.
|
|
????? ???? ????????????? |
Author : Nadia JABBAR |
Abstract | Full Text |
Abstract :??? ??????????? ????????? ????? ?????????? ???????????? ?????? ?? ????? ????? ?????. ?? ??????????? ??? ???????????:???????? ? ?????????? ?????????????? ??????? ?? ????? ????? ??????? ???????? ????????? ?????? (??????????? ??????? ? ????????) ????? ????????? ?????? ??? ? ?????? ???? ??????? ?? ????? ???????. ??? ????????????? ?????? ?????????? ? ??????????? ????? ??????. ??????? ????????? ????? ??????? ????? ??????? ??(??)???? ???? ?????? ?????????? ??????? ?????????? ??? ??????????? ??????? ??(?????????? ? ??????).
??? ??????????? ?????? ???????? ????????: ?????? ??????????? ???????? ????? ??????? ??????? ? ?????????? ????????? ???? ??????? ??????? ???????? ????? ?????????? ?????????? ? ????? ????? ??????? ?????????? ??????? ??????????? ????? ?? ????? ? ???????????? ????? ??????? ????? ???????? ?? ?????????? ?? ??????? ???????????? ?????? ?? ? ???? ???????? ???? ?????? ??????. ??????? ??????????? ??? ???????? ????? ?????? ????? ???????? ?????? ?????? ????? ????? ?? ??? ???? ? ???? ?????????? ????????????. ??????? ?????? ??????????????? ???? ???????? ??????? ??????? ?????????? ???????? ?????????? ?? ??????? ???????? ???? ????? ????? ???? ????????? ??????????? ? ?????? ??????? ????? ????? ????? ????? ????? ? ????? ?????? ????. ????? ????? ?????? ?????? ????? ??????? ?? ???? ??????? ???? ??????? ? ??????? ??? ???? ???????? ???????? ?????????????. ??? ????????? ?? ?????????? ???? ? ???????????? ??? ?????? ?????????. ??? ??????? ???????? ???????????? ???????? ???????????? ??????? ??? ??????? ????? ?????? |
|
CIHNAV DI ZAZAKÎYA DEVOKA GIMGIMÊ DE |
Author : Ibrahim BINGÖL |
Abstract | Full Text |
Abstract :Ev gotar li ser mijara cihnavan radiweste, bi taybetî di çarçoveya zazakîya devoka Gimgimê de. Wekî tê zanîn bi gistî cihnav di famkirina zimên de xwedî cihekî giring e. Çawa bi saya xîçeke (parçayeke) kevirekî dîrokî arkeologek dikare taybetmendîyên serdemên borî derxe holê, zimannasek jî dikare tenê bi lêkolîneke li ser cihnavan nexseya rêzimana vî zimanî dîyar bike. Di vê gotarê de em li ser cureyên cihnavan û bikaranîna wan rawestîyan.
Cihnav di vê xebatê de bi daneyên ji devoka Gimgimê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine vekolan. |
|
ÎMAJA ERMENIYAN DI ROMANÊN KURDÎ YÊN SOVYETÊ DE |
Author : Günes KAN |
Abstract | Full Text |
Abstract :Di çêbûna îmaja ermenî de, rola koça girseyî ya kurdan a ber bi Ermenîstanê ve û destkeftiyên kurdan ên li Ermenîstanê gelek e. Di rojên man û nemanê de kurd ji welatê xwe reviyan û xwe sipartin welatê ermeniyan. Li wir bi saya polîtîkayên Yekîtiya Sovyetan, di qadên cuda de derfet û mafên girîng bi dest xistin. Bi karîgeriya van faktorên sereke ermenî, di romanên kurdî yên Sovyetê de bi awayekî erênî, bas û îdealîzekirî derketine pês. Karakterên ermenî, ji gelek aliyan ve yên weke kesayet, xwendin, pêsketin, xîret, soresgerî weke nimûneyên îdeal hatine nimandin. Civaka ermenî jî weke civakeke pêsketî û sareze di van romanan de xuya dibe. Ermenî, bipiranî di perspektîfa têkiliyên kurd û ermeniyan de ketine rojeva van berheman. Helwesta dewleta tirk, di çawaniya têkiliyên kurd û ermeniyan de weke hêzeke diyarker cihê xwe girtiye. Ev têkilî, ligel têkiliyên her du neteweyan ên bi tirkan re bi awayekî bas û îdealîzekirî hatine temsîlkirin. Dîroka têkiliyên kurd û ermeniyan ên di van romanan, di dawiya sedsala 19an dest pê dike û heta roja nivîsîna berheman berdewam e. Felaketa ermenî bi awayekî spesîfîk nebe jî di nava mijara van romanan de ji xwe re cih dîtiye.
|
|
Di Edebiyata Yarsanan de Kelamên Jinan: Mînaka Remzbar |
Author : Sevda ORAK-RESITOGLU |
Abstract | Full Text |
Abstract :Kurdên yarsan xwedî edebiyateke pir kûr û berfireh in û ev edebiyat parçeyeke girîng a edebiyata kurdî ye. Lê ev edebiyat ji ber çanda xwe ya vesartî di nav kurdan de pir nayê zanîn, ji ber vê, xebatên berfireh li ser nehatine kirin. Edebiyata pîroz a yarsanan di destpêkê de devkî bûye û wek kelam ango gotinên pîroz hatine gotin. Di edebiyata yarsanan de yên ku xwediyê kelam in ne tenê mêr in. Jin jî xwedî cihekî girîng in. Ev girîngî, wan ji jinên çandên din ên wek misilman vediqetîne. Ev taybetiya jinên yarsan ji baweriya wan pêk tê. Li gorî bawerî û kevnesopiya yarsanan her zindî pistî mirina xwe serdemeke din di bedena kesekî din de careke din tê dinyayê. Di vê baweriyê de zayend ne girîng e, lewre kesa/ê ku dimire wexta carek din tê dinyayê dikare bi zayendeke din bê. Ji ber vê jî jinên ku xwedî kelam in wek zayend dibe ku di jiyana xwe ya berê de wek mêr hatibin dinyayê. Wexta ku em bi vî çavî lê dinêrin em dibînin ku tu girîngiya zayendê tuneye li ba yarsanan, yanî jin û mêr wekhev hatine dîtin û jinan bi kelamên xwe dengek din li edebiyata yarsanan zêde kirine, her wiha bi vî awayî ev edebiyat dewlemendtir bûye.
|
|
An Ethnolinguistic Portrayal of the Arabic-Speaking Orthodox Christian Community of Antakya, Turkey |
Author : Özgür KÖSE, H.Sezgi SARAÇ, Arda ARIKAN |
Abstract | Full Text |
Abstract :Results of the last census in Turkey showed that the total number of Arabic speaking population was 1.20% that is 5% less than the results of the 1960 census. One third of all Arabic speakers in Turkey reside in Antakya (Antioch). Although the population of the Arabic speaking communities in Turkey is in decline, research is needed to understand to what extent such linguistic change occurs. Hence, the purpose of this study is to study the status of the use of Arabic among Arabic-Speaking Orthodox community of Antakya while investigating the factors contributing to a possible shift from Arabic to Turkish. Fifty members of an Orthodox Christian Church established in Antakya participated in the study by answering a five-point Likert scale that was translated into Turkish and Arabic and was given to the participants in both languages. Results show that almost all participants find their reading and writing skills in Arabic weak or very weak and participants’ language skills in Turkish have started to be stronger across all generations as younger generations use Arabic less successfully. Results also imply that Arabic language is threatened rather than it is well maintained when our results are considered from an intergenerational perspective.
|
|
Comparisons in Onomatopoeia between Arabic and Kurdish |
Author : Safia Fethallah ZEVENKI |
Abstract | Full Text |
Abstract :The results of this research can be summarized in terms of the semantic comparison between the Kurdish and Arabic languages, to simulate the sounds, both at the lexical and linguistic levels, in which the number of nouns that indicate sounds, whether they are derived from the elements of nature, of nature, animal and human, or from the friction of objects, In some detail as and quality. At the linguistic level, they were found to be similar in their dependence on the phenomenon of verbal and vocal repetition. However, these two languages ??did not show serious interest in applying the rules of voice simulation in their language to new names, especially on devices related to musical instruments, devices with functions or audio features. Unlike the English language, which was keen to develop vocabulary to simulate the majority of the voices of modern innovations, but English at the linguistic level devoid of the rules of the regular in this simulation, unlike the Kurdish language and Arabic. |
|